Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê: 166 dikan li sûka Lengeyê şewitîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê radigehîne, “Ji ber agirê şeva borî ya sûka Lengeyê, 166 dikan şewitîne û tendirustiya 90 kesan jî têk çûye”.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrawdelî îro (Çarşem, 28.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Ji ber agirê şeva borî yê sûka Lengeyê, 166 dikan şewitîne û zirar gehiştiye çend dikanên din jî”.

Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê herwesa ji K24ê re diyar kir, “Ji ber wî agirî, tendirustiya 90 kesan têk çûye û 24 ji wan gehandine nexweşxaneyan, lê niha tendirustiya hemiyan baş e”.

Şeva borî, 27.02.2024, nêzî seet 08:00ê, agirekê mezin berbû sûka Lengeyê ya bajarê Hewlêrê û heta niha jî sedema wî agirî diyar nîne, lê zirareke madî ya zêde gehiştiye dikandaran.

Hindek ji wan dikandaran îro ji K24ê re got, “Tîmên Bergiriya Şaristanî zû gehiştin cihê rûdanê û di demeke kêm de ew agir kontirol kir”.

Herwesa wan dikandaran behs kir, “Em spasiya Asayîş, Polîs û Tîmên Bergiriya Şaristanî dikin ku soz daye me qerebû bikin”.