3 endamên asayişa Dêrikê di êrîşeke Tirkiyeyê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dronên Tirkiyeyê 4 otomobîl li Dêrikê bombebaran kirin û di encamê de 3 endamên asayişê canê xwe jidest dan û 8 kesên din birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) îro 28ê Sibata 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, dronên Tirkiyeyê îro danê sibê 2 otomobîlên sivîlan li Dêrikê bombebaran kirin, dema 2 otomobîlên hêzên Sotoro yên ser bi asayişê ve berê xwe dan cihê bûyerê, ew jî ji aliyê dronan ve hatin armanckirin.

Li gorî daxuyaniya asayişê, di encama êrîşan de 3 endamên wan canê xwe jidest dan û endamên asayişê û 6 welatî birîndar bûn.