Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê: Di şewata malekê de kesekî canê xwe jidest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ragihand, welatiyek piştî ku ji ji bûyera pêketina agir ji mala xwe hat rizgarkirin, ji ber kişandina dûmanê canê xwe jidest da.

Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê îro 28ê Sibatê ragihand, welatiyê bi navê (Muqedem: Ferîdûn Sadiq) li taxa Zîlan a bajarê Hewlêrê di nava mala xwe de asê mabû, piştî ku ji aliyê hêzên agirkujê û rakirina wî bo nexweşxaneyê, ji ber kişandina dûmanê canê xwe jidest da.

Ev yek di demekê de ye, şeva borî agirekî mezin bi bazara Lengeyê ya bajarê Hewlêrê ketibû û zirareke madî ya mezin gehişt dikandaran, bêyî ku ti qurbaniyên canî hebin.