Rojnameya “Alarab”: Vexwendina Mesrûr Barzanî bo Washingtonê nîşana destpêkeke nû ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Washingtonê, nîşana nûbûna berjewendiya Amerîka bi Herêma Kurdistanê, weke navendeke sereke ya hejmûna Amerîka li Rojhilata Navîn. Vexwendina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Washingtonê di vê demê de, nîşana destpêkeke nû ye ji bo hewlên Amerîkayê ji bo parastina Herêma Kurdistanê.

Rojnameya “Al-Arab” îro di raportekê de, giringî xiste serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya li ser vexwendina Amerîkayê bo Washingtonê û got, ev serdan peyameke eşkere ye ji bo nûkirina giringîpêdana Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê, di demekê de pêşhatên di navbera Amerîka û Iraqê de ne erênî ne.

Rojnameyê ronahî xiste ser wê yekê ku rêveberiya Biden bizav dike ku Herêma Kurdistanê bike navenda sereke ya hejmûna Amerîkayê li Iraqê, ji ber ku Iraq kar ji bo bidawîkirina erkê hêzên Amerîkayê li wî welatî dike.

Rojname dibêje, di demekê de ku Amerîka li Iraq û Sûriyeyê rûbirûyê êrişên grûpên çekdar dibe, lê hewl dide Herêma Kurdistanê bike meydana parastina hejmûna xwe li wî welatî.

Herwiha destnîşan kir jî, serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bi eşkere li dijî derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê ye û dibêje ku ev yek dê di berjewendiya Îran û hevpeymanan de, hevsengiyeke nû çêbike.

Rojnameyê bal kişande ser wê yekê ku ev çend sal in Herêma Kurdistanê rastî gelek zextên siyasî, aborî, ewlekarî û yasayî ji aliyê hêzên desthilatdar ên Şîe ve hatiye, ku herî dawî jî biryara Dadgeha Federalî ya derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bû.

Rojname tekez dike ku vexwandina Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Washingtonê di vê demê de, nîşana destpêkeke nû ya hewlên Amerîkayê ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji van hemû fişaran e.