Li Têkora Qersa Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû

Diyarbekir (K24) – Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Saziya Rewşên Lezgîn û Felaketan a Tirkiyeyê (AFAD) ve hatin ragihandin, vê êvarê li navçeya Têkorê ya ser bi Qersa Bakurê Kurdistanê ve erdhejek çêbûye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê AFADê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku erdheja li navçeya Têkorê ya ser bi Qersê ve saet di 16:51ê vê êvarê de çêbûye. Di hûrgiliyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku pileya erdhejê 3.9 û kûrahiya wê jî 13.4 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.

Di derbarê erdhejê ve heta niha ziyanên malî û canî nehatine ragihandin.