Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi senator Tammy Duckworth re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê re, rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj dike û wê Senatora Amerîkî piştevaniya xwe ji bo parastina Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê tekez kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Sibata 2024an li Washingtonê bi Endama Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê, Senator Tammy Duckworth re civiya.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê rewşa giştî ya Iraqê û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, bi taybetî dabînkirina mafên darayî, pişka bûdceya Herêmê, destpêkirina hinardekirina petolê, parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û mafên pêkhateyan pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve, Senator Tammy Duckworth piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir û tekez li ser wê yekê kir ku ewê hemû hewlên xwe bo parastina Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û hikûmeta federal de bidin.