“Bijîşkên Sînornenas” kevirê bingehê yê nexweşxaneyekê li Cindrêsê danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ya Navdewletî dest bi avakirina nexweşxaneyekê li bajarokê Cindrêsê yê ser bi Efrînê dike ku di erdheja 6ê sibatê de ziyaneke mezin gihîştibû wê deverê.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas îro kevirê bingehîn ê nexweşxaneya Refah ya taybet bi jin û zarokan li bajarokê Cindrêsê danî.

Li gorî zanyariyên K24ê, nexweşxane ji 3 qatan pê bê û dê alîkariya bijîşkî pêşkêşî xelkê Cindrêsê û gundên derdora wê bike.

Cîgirê Koordînatorê Herêmî yê Karûbarên Mirovî yên Netewên Yekgirtî David Carden ji K24ê re got: “Li Efrîn û Cindrêsê û li tevahiya bakurê rojavayê Sûriyeyê rewş zehmet e, her tiştê ji destê me bê ji bo piştgiriyê bikin, emê bikin. Em dizanin ku ji ber erdhejê, ziyan gihiştine 70 xal û navendên bijîşkî li wê navçeyê, vekirina nexweşxaneyê gaveke giring e, avakirina wê dê salekê dirêj bike û dê ji bo jin û zarokan be.”

Di encama erdheja 6ê Sibata 2023an de, ziyaneke mezin a canî û madî gihîşt bajarokê Cindirêsê. li gorî amarên Odeya Operasyonan, zêdetir ji 1010 kesan canê xwe ji dest dane, 278 avahî bi temamî hilweşiyan, 1100 xanî ziyan dîtine û bi hezaran kes bê cih û war man.