Kongressman Don Bacon: Em hemû hewlên xwe ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Hevserokê Koma Piştgiriya Kurd li Kongresa Amerîkayê, kongressman Don Bacon re civiya.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêzanînên xwe yên ji bo xebat û karên Koma Piştgiriya Kurd di kongressê de nîşan da. Herwiha amaje bi girîngiya dabînkirin û rêzgirtina li mafên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, kongressman Don Bacon tekez kir, ew ê hertim dengê Kurdistanê li Amerîkayê be û dê hemû hewlên xwe ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê bidin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 24.02.2024an li ser vexwendineke fermî gihîşt Washingtonê. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berpirsên payebilind ên Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê re dicive û mijarên sereke yên civînan jî, zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê ne.