Sermaya Sîbîryayê li gelek deverên Kurdistanê bandora xwe nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Sermaya Sîbîryayê li gelek deverên Kurdistanê bandora xwe nîşan dide. Li Erdexan û çendîn deverên din ên Bakurê Kurdistanê bi roj jî pileyên germê dernakevin jor sifrê. Pileya herî nizm li Erdexanê hate pîvandin ku 23 pile jêr sifrê ye. Di vê rewşa dijwar de jî gundî û ajeldar di karên xwe de berdewam in.

Li herêma Serhedê sermaya Sîbîryayê bi hemû aliyan ve bandora xwe nîşan dide. Li Erdexanê û hemû navçeyên girêdayî, şevan pileyên germê 23 pileyan dadikeve jêr sifrê. Bi daketina pileyên germê re jiyan tê asta rewastanê.

Sermaya Sîbîryayê, çend roj in gelek deverên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê vegirtiye. Pispor jî ji ber sermaya ziwa û dijwar hişyariyê didin.