Wezareta Pêşmerge: Çend korsên cuda cuda bidawî hatin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend korsên cuda cuda li Mîreya Giştî bidawî tên û tevlîbûyî fêrî çarekirina Hemer, Bacer û livînerên dîzil û hemî çekên Amerîkayî û korsa embarkirinê û bikaranîna amûrê bilindkirinê dibin.

Îro (Pêncşem, 29.02.2024) çend korsên cuda cuda li Mîreya Giştî bidawî hatin. Di merasîmên bidawîhatina wan korsan de, Cîgirê Serokerkanî ji bo Îdare û Mîre Lîwa Rukin Hoşmend Heyder, Berpirsê Tîma Lojistî li Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê Meger Deniz, Berpirsê Pişka Meşqê li Kompaniya Emîntomî ya Amerîkayî Loris, efser û tîma mamosta û rahênerên kompaniya Emîntomî ya Amerîkayî amade bûn.

Pêştir jî li Mîreya Giştî, çend korsên cuda cuda wekî korsa fîteriya Hemer û Bacer û livînerên Dîzil, korsa çarekirina hemî cûnên çekê Amerîkayî û korsa embarkirin û bikaranîna amûrê bilindkirinê hatin vekirin.

Di wan korsan de, li ser teknîka çarekirinê û awayê hilgirtin û embarkirina durist ê kelûpelên zêde û parastina wan ji her pûçbûnek û têkçûnekê, meşq û rahênan bi kiryar û bi awayekî zanistî bi hejmareke Pêşmergeyên bingehên Esnada Silêmaniyê û Dihokê û Lîwaya 10ê ya peyade ya girêdayî Wezareta Pêşmerge hatin kirin.