Serokezîr Mesrûr Barzanî bi Kongirêsmen Mario Diaz-Balart re dicive

Mesrûr Barzanî û Mario Diaz-Balart
Mesrûr Barzanî û Mario Diaz-Balart

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Kongirêsmen Mario Diaz-Balart re dicive, û tekezê li ser çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî û rêzgirtina li qewareya Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 29.02.2024) li Waşintona paytexta Amerîkayê bi endamê Kongirêsê Mario Diaz-Balart re civiya.

Di wê civînê de, danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî hatin kirin.

Herwesa her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê, rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, parastina mafên pêkhatan û berdewambûna piştevaniya hêzên Pêşmergeyan ji aliyê Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ve hevnerîn bûn.