Mesrûr Barzanî ji kompaniyên Amerîkayî dixwaze ku weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Waşintonê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Odeya Bazirganî ya Amerîkayê re civînekê bi xwediyên karan û birêveberên  kompaniyên Amerîkayî re dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (Pêncşem, 29.02.2024) ji kompaniyên Amerîkayî û weberhêner û xwediyên karan ên wî welatî re ragehand, “Ez li benda wê yekê me ku piraniya we vebigerin Herêma Kurdistanê, ez dixwazim dîsa we vebixwînim û gelek kompanî bên û weberhênanê di kertên cuda cuda de bikin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Kurdistan ji bo weberhênanê cihekî nimûne ye lê cihekî hêsan nîne, xasma ku dijminekî hevpar û astengên me zêde ne. Yek ji sedemên hatina min ji bo vê derê jî ew e ku Kurdistan bi piştevanî û arîkariya we bisilamet û bihêz bimîne. Em dikarin bi hev re ji wê yekê piştrast bibin ku Kurdistanê paşerojeke geş hebe”.

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Niha çavê me li wê yekê ye ku em çawa weberhênanê di çandin û pîşesazî û geştyariyê de bikin û bibînin ku kompaniyên din ên Amerîkayî bên û temaşeyî derfetan bikin. Me invest Kurdistan û deste û qanûnên dostane hene û weberhênerên biyanî bang dikin ku bên û temaşeyî bi hezaran derfetan bikin ku tê de hene”.

Navbirî tekez jî kir, “Lewma serdana Herêma Kurdistanê bikin, an bi rêya malperan an jî bi rêya peywendiyên rasterast bi Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê re di peywendiyê de bin, herwesa temaşeyî derfetên din bikin ku li wê derê hene”.