Mesrûr Barzanî bi Şêwirmendê Mezin ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Enerjiyê û Weberhênanê re dicive

Mesrûr Barzanî û Amos Hochstein
Mesrûr Barzanî û Amos Hochstein

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Koçka Spî bi Şêwirmendê Mezin ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Enerjiyê û Weberhênanê re dicive.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (Pêncşem, 29.02.2024) li Koçka Spî bi Şêwirmendê Mezin ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Enerjiyê û Weberhênanê Amos Hochstein re civiya.

Di wê civînê de, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin kirin, taybet di warê enerjiyê û weberhênanê de.

Her du alî li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnerîn bûn.

Di tewerekî din ê wê civînê de, tekez li ser giringiya pêşxistina kertê petrolê û enerjiyê yê Herêma Kurdistanê hat kirin.