Pentagon naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Sasha Baker belav dike

Mesrûr Barzanî û Sasha Baker
Mesrûr Barzanî û Sasha Baker

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê naveroka civîna Cîgira Weîzrê Bergiriyê yê Amerîkayê bi Wekalet ji bo Siyaseta Bergiriyê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav dike.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Kolonel David Herndon li ser civîna Cîgira Weîzrê Bergiriyê yê Amerîkayê bi Wekalet ji bo Siyaseta Bergiriyê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Roja 29.02.2024, Cîgira Weîzrê Bergiriyê yê Amerîkayê bi Wekalet ji bo Siyaseta Bergiriyê Sasha Baker li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re li Pentagonê civiya”.

Cîgira Weîzrê Bergiriyê yê Amerîkayê bi Wekalet ji bo Siyaseta Bergiriyê di wê civînê de spasiya helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku êrîşên vê dawiyê yên li ser hêzên artêşa Amerîkayê li Urdinê şermezar kiribûn, ku tê de sê serbazên artêşa Amerîkayê hatibûn kuştin. Itîraf jî kir ku gefên li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê û komên girêdayî wê ve rijd in.

Sasha Baker tekez jî kir, Amerîka li ser hevpeymaniya xwe ya bi xelkê Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pabend e, ji bo ku ewlehî û seqamgiriyê di çarçoveya Îraqeke xwedî serwerî de biparêze.

Her du aliyan danûstandin li ser pêngavên giring ên vê dawiyê li ser hêzên Pêşmergeyan, di çarçoveya yadaştnameya hevfehimandinê ya sala 2022ê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê de, kirin. Behsa wê yekê jî kir ku yekîtiya nav mala Kurdan xaleke giring e û wekî armanceke hevpar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Amerîkayê ye.

Navbiriyê pesna arîkarî û hevpariya hêzên Pêşmergeyan ji bo şkandina terorsitên DAIŞê kir, herwesa ragehand ku divê givaştinên nehêlana yekcarî ya metirsiya serhildana teroristên DAIŞê hêşta berdewam bin.

Sasha Baker rêz û spasiyên xwe jî li ser tevlîbûna Pêşmergeyan di danûstandinên arîkariyên ewlehiyê yên hevpar li Waşintonê li sala 2023ê diyar kirin, herwesa spasiya nûnerîtiya Pêşmergeyan li civînên niha yên astê karkirinê ji bo Komisyona Bilind a Serbazî ya Amerîka-Îraqê li Bexdayê kir, wekî ku Pentagonê amaje pê daye.