Îro Nêçîrvan Barzabnî serdana Tirkiyeyê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Serokê Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê dike, ji bo ku tevlî Korbenda Diplomatî ya Antalyayê bibe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro ragehandinek belav kir û tê de hatiye, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Înî, 01.03.2024) serdana Tirkiyeyê dike, ji bo ku tevlî Korbenda Diplomatî ya Antalyayê bibe”.

Di çarçoveya wê korbendê de ku dê ji bo dema sê rojan vebikêşe, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê çend civîn û hevdîtin bi hejmareke mêvanên wê korbendê re hebin û dê danûstandinan li ser peywendiyan û rewşa deverê bi awayekî giştî bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje daye ku, mijarên şer, teror, koçkirin, metirsî û encamên guhertina seqayî, karesatên xwezayî û çend pirsên din dê mijarên tewerên danûstandinên tevlîbûyîyan bin.