Bingeha Tevgera Azadiyê li Kelarê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû zanyarên K24ê, îro (Înî, 01.03.2024) bingeha Tevgera Azadiyê li Kelarê hat bombebarankirin.

Berdevkê Birêveberiya Polîsên Germiyanê di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Di wê bombebarankirinê de, kesek hatiye kuştin”.

Roja Sêşemê jî, 20.02.2024, di encama bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser gundê Kafyayê li qezaya Akrê de, 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û kesekî din jî birîndar bû.

Li gor zanyarên K24ê, ew her du welatî ji bo karê çandiniyê çûbûn wê deverê, ku ew bi xwe xelkê gundê Girbîş û Dûdiyê yên devera Nehleyê ne û her sal ji bo çandina daran diçin wê deverê.

Peyamnêrê K24ê eşkere kiribû ku, navên her du welatiyên ku şehîd bûne (I. T) û (B. I) ne û jiyên wan di navbera 65 heta 70 saliyê de ne.

Aloziyên navbera Tirkiyeyê û PKKyê ji sala 1984ê heta niha berdewam in. Li gor amarên nefermî, heta niha zêdetirî 40 hezar kesan di şer û aloziyên navbera PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de hatine kuştin. Rêkxistina PKKyê ji aliyê Tirkiyeyê, Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêkxistineke terorî tê naskirin.

Li dû amaran, ji sala 1984ê heta niha nêzî 80 hezar kesan ji her du aliyan (çekdarên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê) hatine kuştin û hejmareke wan jî birîndar bûne.