Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Brian Nielsen projeya Hejmara Min gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê ji bo Karûbarên Teror û Hewalgiriya Darayî civiyan û çaksaziyên Kabîneya Nehem di warên sîstema darayî, sektora bankî û projeya Hejmara Min de gotûbêj kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Washingtonê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Înê 1ê Adara 2024an bi Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê ji bo Karûbarên Teror û Hewalgiriya Darayî Brian Nielsen re civiya.

Di civînê de, gotûbêj li ser pêşxistina peywendiyên dualî û piştgirîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehem yên di warên sîstema darayî, sektora bankî, projeya Hejmara min û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de, hatin kirin.