Kalemêrên Hesekê daxwaza girîngîpêdana bi parkan dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo hilmijîna bayê paqij û bihnvedanê, xanenişîn, kal û pîrên Rojavayê Kurdistanê diçin parkên herêmê û dema xwe derbas dikin. Ew dibêjin ku park bûye beşek ji jiyana wan a rojane û daxwaza girîngîpêdana bi parkan dikin.

Li bajarê Hesekê kal û pîr û kesên xanenişîn bûne danê sibê berê xwe didin parkan, li hev kom dibin û dema xwe lê derbas dikin.

Xaneşîn Hecî Cemîl dibêje: “Em têne parkê, em peya li hevdu dicivin û bi dame dilîzin û dema xwe dibihurînin û bihna xwe derdikin. Em pîr bûne û ti karî nakin, lê zarokên me dixebitin.”

Xaneşîn Cuma Ehmed dibêje: “Em hemû pîr bûne. Behreyên me hene, em rojane tên bi hev re bi dame dilîzin. Lê xwaziya hinekî giringî bi daran heba û kursî û mase li parkê hebûne. Binêre,va ye em li ser erdê rûdinin û dilîzîn.”

Li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xizmetguzariyên taybet bi kesên bi temen nînin, ji ber vê yekê berê xwe didin park û baxçeyan û behreyên xwe û çalakiyên cuda dikin.