Mele Mistefa Barzanî li Batmanê bi Konferansekê hat bîranîn

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Batmanê di 45 salvegera koça dawî ya Nemir Mele Mistefa Barzanî de, konferandek hat li darxistin û beşdaran bal kêşandin ku Mele Mistefa Barzanî ji destpêkê heta dawiya jiyana her dem bi xizmeta dozs neteweya kurd ked daye.

Li Batmanê ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê ve di Eywana Baroya Batmanê ya Tahîr Elçî de konferansek bo bîranîna Mele Mistefa Barzanî hat li darxistin. Axaftvanên Konferansê amaje kirin ku xwedîlêderketina nirxên neteweyî yên wek Mele Mistefa Barzanî peywira her kurdekî ye û divê giringiya rêbaza barzanî baş were ravekirin.

Serokê Şaxa Batmanê yê PWKê Azîz Ozdemîr ji K24ê re got: “Bi ked û xebata Mele Mistefa Barzanî îro li Başûr statuyek kurdan heye û ew statu hêviyê dide hemû beşên din ên kurdistanê”

Axaftvanên bernameya bîranîna Mele Mistefa Barzanî bal kêşandin ku Mele Mistefa Barzanî ewqasî bi Kurdistanê ve hatibû girêdan ku jiyana wî di heman demê de buye beşek ji dîroka nêzîk a Kurdistanê û pirraniya jiyana xwe bo tekoşîna azadiya Kurdistanê xerç kiriye

Nivîskar Seîd Veroj dibêje: “Mele Mistefa Barzanî sembolek girîng e bo kurdan û jiyana wî parçeyek ji dîroka Kurdistanê ye.”

Axaftvanên Konferansê balê kêşandin ku keda Mele Mistefa Barzanî ronî daye her çar parçeyên kurdistanê û di her rengek kurdî de şopa wî heye.