Nêçîrvan Barzanî û Yeşar Guler pêşhatên ewlehiyê yên Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê re civiya û tekezî li pêşxistina pêwendiyên Tirkiye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2ê Adara 2024an li perawîza Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê de, bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yeşar Guler re civiya.

Her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiyê li navçeyê û hewlên ji bo nehiştina zêdekirina aloziyan hevnêrîn bûn û her wiha piştevaniya pêşxistina peywendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdariya di Konferansa Dîplomatîk li Antalya yê Tirkiyê de, duh 1ê Adarê gihîştibû bajarê Antalyayê.