Gotina “Kurdistanek bihêz û serokwezîrekî xweragir” bûye rojeva sazî û dezgehên siyasî û medyaya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Washingtonê û hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên Amerîkayê re, gotinên wek “Kurdistana Bihêz û Serokwezîrekî Xweragir” bûne rojeva sazî û dezgehên siyasî û medyaya Amerîkayê.

Saziyên bilind ên Amerîkayê ku derbarê hevdîtina wan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, daxuyanî dan, bi giştî wan piştgiriya xwe ji bo “Herêma Kurdistanek bihêz” tekez kirin.

Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Washingtonê têrmên wek “Herêma Kurdistanê ya bihêz û serokwezîrekî xweragir” xiste nav çanda siyasî ya Amerîkayê. Pêşwaziya biryarderên Amerîkayê li ser asta saziyên bilind ên weke Koşka Spî û Pentagonê û tekezîkirina li ser piştevanîkirina Kurdistaneke bihêz, nîşana baweriya Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê û piştevaniya demdirêj a Washingtonê ji Hewlêrê re ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji aliyê çar dezgehên bilind ên cîbicîkar ên Amerîkayê ve hat pêşwazîkirin, ew jî Koşka Spî, Wezareta Derve, Pentagon û Wezareta Xezîneyê ne.

Mesrûr Barzanî li Wezareta Derve ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ve hat pêşwazîkirin. Blinken ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re got, piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê bihêztir dikin û pêwendiyên wan ligel Hewlêrê demdirêj in.

Piştre Serokwezîr serdana Koşka Spî kir û li wir ji aliyê sêyem biryarderê Amerîkayê, Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ve hat pêşwazîkirin û çend mijarên girîng û stratejîk gotûbêj kirin.

Koşka Spî ku navenda herî bihêz a biryardayînê ya cîhanê ye, li ser hevdîtina Jake Sullivan û Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da û careke din gotina “Kurdistana bihêz” di guhê cîhanê de bikar anî û tekez kir ku “Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye. Amerîka Hewlêrê weke hevkareke demdirêj û pêbawer dibîne û piştevaniya çareserkirina hemû kêşeyên li pêşiya Hewlêrê dike.”

Sêyemîn saziya herî mezin a Amerîkayê ku biryar û siyasetên wê bandorê li cîhanê dike ku pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Pentagon bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Sasha Baker civiya. Pentagonê jî wek her du baskên Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo Kurdistaneke bihêz tekez kir û hêzên Pêşmerge wek hevpareke stratejîk a Amerîkayê binav kir û qurbanîdana Pêşmerge di şerê dijî terorê de bilind nirxand.

Di dawiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî biCîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Brian Nielsen re civiya. Wezareta Xezîneya ya Amerîkayê piştevaniya çaksaziyên darayî yên Kabîneya Nehem a kir û Serokwezîr jî diliya da welatiyên Herêma Kurdistanê ku dê di demek nêzîk de hest bi berhemên çaksaziyan bikin.