Bazirganî û veberhênan jî mijarên sereke yên hevdîtinên Mesrûr Barzanî bi rayedarên Washingtonê re bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hemû hevdîtinên xwe yên bi berpirsên Koşka Spî re, girîngiyeke mezin da mijarên aborî û veberhênanê û han da kompanî û sermayedarên Amerîkî ku werin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji kompanya û sermayedarên Amerîkî re got: "Werin serdana welatê min bikin û veberhênanê bikin.”

Herêma Kurdistanê li ber çavê Amerîkayê, herêmeke girîng a aborî ya stratejîk e û di nivîsa hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên bi berpirsên payebilind ên saziyên aborî û bazirganî yên Amerîkayê re jî, vê rastiyê derdixe holê.

Odeya Bazirganî ya Amerîkayê wek mezintirîn saziya bazirganî ya cîhanê, giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re. Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Loots ragihand, ew şanaz in ku di van salên dawî de karîne çend şandên bazirganî bişînin Herêma Kurdistanê û li wir veberhênanê bikin.

Steve Loots got: “Odeya Bazirganî ya Amerîkayê mezintirîn rêxistina bazirganiyê li cîhanê ye. Em nûnertiya berjewendiyên nêzîkî sê milyon kompaniyên Amerîkî dikin. Em bi hikûmeta Iraq û Kurdistanê re kar dikin ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêwendiyên xwe yên bazirganî.” Em şanaz in ku di salên dawî de çendîn şandên bazirganî bişînin Herêma Kurdistanê.”

Hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi berpirsên payebilind ên Amerîkayê re û daxwaza wî ya ji bo kişandina destê kar ê Amerîkî bo Kurdistanê, bala gelek pispor û aborînasan kişandiye ser xwe, ew di wê baweriyê de ne ku Herêma Kurdistanê baştirîn herêm e li Iraqê, ji bo veberhênan û bazirganiyê.

Pisporê enerjiyê û berpirsê berê yê dîskê Iraq û Herêma Kurdistanê li Koşka Sipî Matthew Zeiss got: “Bi baweriya min Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Washingtonê kir ji ber ku niha dem hatiye ku Amerîka pabendiya xwe ya berdewam bi Herêma Kurdistanê re nîşan bide û sermayedar jî pabendbûna xwe ya berdewam nîşan bidin û werin Herêma Kurdistanê. Ji ber ku diyar e ew cihê herî baş a li Iraq ye ji bo veberhênana biyanî. Di dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, roleke girîng a Amerîkayê heye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji heyama heftiyekê ve li Washingtonê ye û nêzîkî 15 hevdîtin bi berpirsên payebilind ên Amerîkayê, kongresmen, karsaz û lêkolîneran re pêk aniye. Di hemû hevdîtinên xwe yên li Koşka Spî û Wezareta Derve, Xezîne û Berevaniyê de, ji bilî mijarên siyasî û stratejî, mijarên aborî û veberhênanê jî, mijarên germ ên hevdîtinên wî bûn, ji bo kişandina zêdetir a destê kar ê Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê.