Çavdêr: Di Beyannameya DEM Partiyê de çi sozeke taybet û diyar bo Kurd û Kurdistaniyan nebû

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Beyannameya bebrijêrên DEM Partiyê karvedan li pey xwe aniye û hin siyasetmedarên Kurd rexne li naveroka beyannameya DEM Partiyê digrin û didin zanîn ku, di beyannameyê çi sozeka taybet û diyar bo Kurd û Kurdistaniyan nebû. Lê dengdêrên wê partiyê li dijî vê nêrînê derdikevin û ji sozên partiya xwe piştrast in.

Beyannameya berbijêrên DEM Partiyê yên Şaredariya Stenbolê ji aliyê çavdêrên siyasî ve tê rexnekirin. Li gor hin çavdêran, beyannameya DEM Partiyê, ji bilî şarevaniya pirzimanî û danîna navên mezinên Kurdan li park û pirtûkxaneyan ne cida bû ji beyannameya partiyên din.

Çavdêrê Siyasî Azad Sagniç ji K24ê re got: “Di beyannameya DEM Partiyê de sozek wiha diyar nebû ku zorê li dewleta Tirkiyeyê bike daku bo Kurd û Kurdistaniyan gav were avêtin. Ya me ji DEM Partiyê hêvî dikir ev bû. Lê nebû. Beyannameya DEM Partiyê, kopiya beyananameya partiyên din bû.”

Lê dengdêrên DEM Partiyê berevajî vê nêrînê, di wê baweriyê de ne ku, şiyana xizmetgûzariyê ya partiyên din di DEM Partiyê de jî heye û ew ji sozên partiya xwe piştrast in.

Welatî: “Îro li Stenbolê 10 milyon Kurd hene û gelek zana û pêşkêşên me hene û xelkê me digel me ye. Lewma şiyana partiya me jî heye ku sozên xwe bîne cih û divê bike jî.”

Welatî: “Ger DEM Partî van sozên xwe bîne cih dê karekî gelek biqedir û girîng bike. Bila ser navê Ehmedê Xanî parkekî hebe, çima nebe? Bila ser navê Seyid Riza jî ser navê mezinên din ên Kurdan jî li Stenbolê park û cihên din werin çêkirin. Bo na?”

Roja Iniyê berbijêrên DEM Partiyê yên Şaredariya Stenbolê bi beyannameyekê sozên çareserkirina pirsgirêkên Stenbolê yên wekî hatinûçûn, erdhej, vegûhsetin, jîngeh, vegûherîna bajarvaniyê û şarevaniya pirzimanî û danîna navên mezinên Kurdan li park û pirtûkxaneyan dabûn.