Lîwa Osman Mihemed: Di navbera Pêşmerge û Amerîka de rêkeftinek hevbeş heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê li Wezareta Pêşmerge ragihand, Amerîka berdewam alîkariya hêzên Pêşmerge dike û rêkeftineke hevbeş di navbera her du aliyan de heye.

Rêvebirê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê li Wezareta Pêşmerge, Lîwa Osman Mihemed ji K24ê re ragihand, hêzên Pêşmerge rola xwe di şerê li dijî terorê de li navçeyê bi giştî hebû, bi taybetî li sînorên ku dikeve nav sînorên Pêşmerge di demeke kurt de karîn pêşveçûnên terorîstan li seranserê Iraqê rawestînin û şiyanên wan kêm bikin.

Lîwa Osman Mihemed got: “Amerîka alîkariyên gelek baş pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin. Ji asmanî û bejayî ve karîbû alîkariyên xwe pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bike. Helbet giringiya van peywendiyan her maye, bawer nakim ku ew ê niha ji ser hişê Amerîkîyan biçe, ji ber ku em hevparê jinavbirina mezintirîn koma terorîst a li cîhanê bûn.”

Amaje bi wê jî: “Hêzên Amerîkayê li ser alîkarî û hevahengiya hêzên Pêşmerge berdewam in. Di proseya şêwir û lojîstîkê de ji bo Hêzên Pêşmerge dereng neketin. Di navbera her du aliyan de rêkeftinek hevbeş heye û li gorî wê rêkeftinê dê hevkarî heta sala 2026an berdewam be.”

Got jî: Şaneke bihêz bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê kiriye û du şandên din yên Wezareta Pêşmerge jî li Amerîkayê ne, helbet ev jî nîşana giringîpêdana Amerîkayê bi hêzên Pêşmerge ye.”