Wezîrê Tenduristiyê: Nexweşxaneya 100 nivînî ya Şêladizê di demek nêzîk de tê vekirin


Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî serdana projeya avakirina nexweşxaneya 100 nivînî ya Şêladizê kir û di kongreyeke rojnamevanî de got: “Karê nexweşxaneyê gihîştiye asta dabînkirina kelûpelên bijîşkî.”

Dr. Saman Barzanî got, ew hêvî dikin ku di çend mehên pêş de nexweşxaneya 100 nivînî li Şeladzeyê vekin.

Diyar kir jî: “Li nexweşxaneya 100 nivînî, şeş odeyên neştergeriyê hene. Nexweşxane ji çar qatan û jêrzemînê pêk tê ku bi awayekî serdemyane hatiye avakirin .”

Di heyama çar salên Kabîneya Nehem de, 13 nexweşxaneyên nû yên giştî hatin avakirin û bi vê yekê hejmara nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê gihiştiye 45 nexwexaneyan.