Zêdetirî 900 hezar aware û penaberan li Herêma Kurdistanê dijîn

Xerciyên wan ên her salekê 842 milyon dolar in
Kempeke penaberan li Herêma Kurdistanê
Kempeke penaberan li Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû amarên Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan, zêdetirî 900 hezar aware û penaberan li Herêma Kurdistanê dijîn û xerciyên wan ên her salekê 842 milyon dolar in.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 03.03.2024) belav kiriye ku, 900 hezar û 467 aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn, ku ji wê hejmarê jî 631 hezar û 174 kes awareyên navxweya Îraqê ne û 269 hezar û 293 kes jî penaber in.

Di derheqa nasnameyên penaberan de jî diyar kiriye ku, piraniya penaberên Herêma Kurdistanê welatiyên Sûriyeyê ne ku hejmara wan dibe 251 hezar û 475 kesan, piştî wan jî penaberên welatê Îranê ne ku hejmara wan heşt hezar û 357 kes in û penaberên Tirkiyeyê jî li Herêma Kurdistanê heft hezar û 769 kes in, zêdebarî 652 penaberên Filistînî û hezar û 13 penaberên welatên din.

Her li dû amarên Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan, ji tevaya penaber û awareyên Herêma Kurdistanê, 30% li nav kempan dijîn û 70% jî li derveyê kempan dijîn, ku nêzî 110 hezar malbatên Îraqî jî di nav wê hejmarê de awareyên Herêma Kurdistanê ne.

Herwesa li Herêma Kurdistanê 33 kemp hene û rêjeya 41% ya penaber û awareyan li parêzgeha Hewlêrê, 40% li parêzgehan Dihokê û 19% jî li parêzgeha Silêmaniyê ne.

Fermangeha Medya û Zanyaran di derheqa vegeriyana penaber û awareyan ji bo welat û deverên wan de jî amaje da, “Heta dawiya sala borî, tenê çar hezar û 40 aware û penaber vegeriyane ser warên xwe, bi awayekî ku di nav wê hejmarê de, hezar û 944 kes aware bûn û du hezar û 97 kes jî penaber.

Xerciyên xizmetkariyan ji bo aware û penaberan li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê her rojekê ji bo her kesekî 2.3 dolar in, ku li bernaberî nêzî yek milyon kesan ji bo her salekê dibin 842 milyon dolar.