Sûdanî: Em dixwazin li Kerkûkê mafên hemî aliyan parastî bin

Mihemed Şiya Sûdanî li Dîdara Rafîdeynê
Mihemed Şiya Sûdanî li Dîdara Rafîdeynê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Gelek giring e ku arêşeyên Îraqê bi diyalogê bên çarekirin, ku ev jî kilîla çarekirina arêşeyan e”. Herwesa dibêje, “Em dixwazin li Kerkûkê mafên hemî aliyan parastî bin”.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 03.03.2024) di gotarekê de li roja yekê ya Dîdara Rafîdeynê ragehand, “Hebûna van dîdaran li Bexdayê, li ser wan pirsên ku ji tevaya xelkî re giring in, ji bo çarekirin û çespandina bingehên demokrasiyê belge ne”.

Serokwezîrê Îraqê herwesa ragehand, “Danûstandin kilîla çareseriyên domdirêj e, gelek giring e ku danûstandin her berdewam bin, hevaheng bin û bi guhertinan re rûbirûyî wan arêşeyan bibin ên ku xema xelkî û civakê ne, ne ku xema texeke diyarkirî”.

Sûdanî amaje jî da, “Armanca me ew e ku em pişta xwe bi berhemanîna gazê jî gerim bikin û nabe ku em tenê pişta xwe bi petrolê gerim bikin, herwesa armanca me ew e ku em derfetên karî jî peyda bikin û guhertinên sertaserî bikin”.

Navbirî got, “Îraq xwe ji bo guhertinên deverê amade dike û rûbirûyî hemî astengan dibe”. Hêvî jî xwast ku danûstandin serekaniya peydakirina hemî bersivan bin.

Serokwezîrê Îraqê tekez jî kir, “Hêzên Amerîka û Hevpeymanan li ser daxwaza me li Îraqê ne û hêşta erkê wan li nik me bidawî nehatiye”. Herwesa behs jî kir, “Lijneya Serbazî ya Îraq û Amerîkayê ji bo pilana xwe ya paşerojê di danûstandinê de ye, eger her du alî gehiştin lihevkirinekê, hingê dê xişteyekî ji bo vekêşana Hevpeymanan ji Îraqê diyar bikin”.

Sûdanî di pareke din a gotinên xwe de got, “Kerkûk Îraqeke biçûkkirî ye, hevfehimandineke gelek baş di navbera me de heye, herwesa em dixwazin li Kerkûkê mafên hemî aliyan parastî bin”.

Îro (Yekşem, 03.03.2024) gera pêncê ya Dîdara Rafîdeynê li jêr dirûşmê “Paşeroja Mirovan, Qeyran û Guhertin” hat destpêkirin, ku K24 sponsoriya medyayî ji bo kor û rûniştinên wê dîdarê dike.