Hakan Fîdan: Niha dema rawestandina şerê Rûsya û Ukraynayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ragihand, êdî dem hatiye ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de gotûbêj bên destpêkirin, ji bo rawestandina şer.

Hakan Fîdan di civîna çapemeniyê ya roja dawî ya Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê de got: “Niha dema destpêkirina hevdîtinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye, ji bo rawestandina şer."

Amaje bi wê kir: “Li gorî nêrîna me her du alî niha gihîştine wê astê ku nikarin bi şer bidest bixin.” Got jî: “Ev nayê wateya naskirina dagîrkirina axa Ukraynayê ji aliyê hêzên Rûsî ve. Ji bo me divê agirbest û mijara serweriyê ji hev cuda, werin nîqaşkirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir, wî û hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov li ser gelek mijaran gotûbêj kirine, di nav wan de şerê Rûsya û Ukraynayê, herwiha rêyên ji bo jinûve destpêkirina peymana derbasbûna bi ewle ya genim li Deryaya Spî û mijarên herêmî û navdewletî, di nav de rewşa Xezzeyê, dosya Filistîn, Lîbya, Yemen û Kafkasya Başûr.

Di Sibata 2022an de, Rûsyayê êrîşî Ukrayna kir û beşek ji wî welat dagir kir, ji her du aliyan bi dehhezaran leşker û sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.