PDK û YNK li ser pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê gotûbêjan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Liqê Sêyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê li ser pirsa pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê û çend mijarên din, serdana Malbenda Duyem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Şandeke Liqê Sêyem ê PDKê li Kerkûkê bi serokatiya Berpirsê Liqê Mihemed Kemal û Serokê Lîsta PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd, serdana Malbenda Duyem a YNKê li bajarê Kerkûkê kir.

Derbarê armanca serdana xwe de; Mihemed Kemal ji peyamnêrê K24ê re ragehand, serdana wan wek bersivdana serdana dawî ya YNKê bo Liqê Sêyem yê PDKê ye ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bi wê partiyê re baştir bikin.

K24 zanî ku pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê û hilbijartina kesekî “kurdek serbixwe” ji bo postê Parêzgarê Kerkûkê, mijarên sereke yên civîna îro ya YNK û PDKê ne.

Roja 18ê Berçileya 2013an, Kerkûkiyên piştî 18 salan ji bo hilbijartina parêzgar û encûmena parêzgarê nû çûn ser sindoqan. Lê rewşa parêzgehê xetimiye û ti pêkhateyeke bajêr ne amade ye ku serî li ber daxwazên yên din ji bo civîna encûmena parêzgehê û hilbijartina parêzgar deyne.

Pirsgirêka Kerkûkê bi awayekî kûr bûye ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi xwe destêwerdan kir û li Kerkûkê bi partiyên serketî re du hevdîtin pêk anîn. Civîna dawî jî duhî 3ê Adarê bû û tê de daxwaz ji aliyan kir ku di heyama du hefteyan de nexşerêya hilbijartina parêzgar û encûmena xwecihî diyar bikin, lê heta niha li ser vê mijarê ti rêkeftinek çênebûye. Hêviya peymanê ne diyar e, ev jî derfetê dide Rakan Cibûrî ku wekî parêzgarê ferzkirî berdewam be.

Li gorî zanyariyên K24ê, di civîna duh de, aliyên siyasî yên ku di hilbijartinên Kerkûkê de biser ketine, pêşniyarên xwe derbarê çawaniya dagirtina postên Kerkûkê pêşkêş kirine, Serokwezîrê Iraqê jî dê wan bixwîne û tê payîn ku di rojên pêş de bi hemû aliyan re cuda bicive.

Di vê mijarê de, Serokê Hevpeymaniya Ezim Musana Samirayî got: Pêşniyara avakirina hevpeymaniyek di navbera pêkhateyên Kerkûkê de weke rêkeftina Birêveberina Dewletê heye û gotûbêj berdewam in.

Tirkmen û Ereb daxwaz dikin ku18 mehan parêzgar ji pêkhateyekê be, ango sîstema dewriyeyê. PDK dixwaze parêzgarê Kerkûkê kurdekî bê alî be. Li hemberê jî, YNK tekez dike ku divê parêzgar ji para wê be û serokê Encûmena Parêzgehê jî ji bo Ereban be.

Hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê (ji bilî Herêma Kurdistanê) roja 18.12.2023an birêve çû. Kurdan 7 kursî, Ereban 6 kursî, Tirkmenan 2 kursî bidest xistin û kursiyek jî bû para Xiristiyanan.