Amerîka piştgiriya asayîkirin û aramiya Şingalê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski li gel şandeke civaka Êzidî civiya û piştgiriya xwe ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û aramiya herêmê nîşan da.

Alina Romanowski li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ez şanaziyê bi vê civîna girîng a berî nêzîkbûna dehemîn salvegera jenosîda Êzdiyan dikim. Ez li bendê me ku bi hevkarên xwe yên Îraqî re kar ji bo bîranîna vê boneyê bikim û piştgirîya kesên rizgarbûyî bikim da ku tawanên wiha careke din dubare nebin.

Balyozxaneya Amerîkayê herwiha eşkere kir, Romanowski piştgîriya welatê xwe bo şanda Êzidî nîşan da, ji bo çareseriyeke rîşeyî û demdirêj ji pirsa penaberên Şingalê û aramiya wî bajarokî re.

Roja 9ê Cotmeha 2020ê di bin çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî de, li Bexdayê rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin.

1- Hilbijartina qaymeqamê nû.

2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike.

3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû.

4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grûpên ku pêwendiya wan pê re heye.

5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin.

6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Piştî 3 sal û şeş mehan ji rêkeftinê, heta niha hikûmeta Iraqê ti xalên rêkeftinê cîbicî nekiriye. Li şûna wê, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Wezareta Perwerdeya Iraqê bi girtina kamp û dibistanên li Herêma Kurdistanê, hewl didin koçberan neçar bikin ku vegerin ser cih û warên xwe.