Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî hejmareke pirojeyan li Sêmêlê tê bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hejmareke pirojeyên xizmetkariyan li sinorê qezaya Sêmêlê tê bicihanîn û çend birêveberiyên nû jî tên vekirin.
Îro (Duşem, 04.03.2024) Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Dihokê ya PDKyê Serbest Lezgîn, Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah, Parêzgerê Dihokê Elî Teter, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesro û Berpirsê Liqa Yekê ya PDKyê Newzad Ebdula bi dezgehên hizbî û hikûmî yên qezaya Sêmêlê re civiyan.
Li dû ragehandineke Nivîsîngeha Ragehandinê ya Parêzgeha Dihokê, di wê civînê de û piştî radestkirina daxwaziyên aliyên peywendîdar ên hizbî û hikûmî li qezaya Sêmêlê, li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hejmareke biryarên hikûmî yên girêdayî wê qezayê hatin derxistin, wekî:
- Terxankirina 38 milyar dînaran ji bo pirojeyên nû û pêşvebirina bajarê Sêmêlê, rê û rêbar û avrêjan.
- Bilindkirina nimreya kargêrî ya tevaya fermangehên qezaya Sêmêlê.
- Vekirina Birêveberiya Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan li Sêmêlê.
- Vekirina Fermangeha Tomarkirina Avahiyan li Sêmêlê.
- Vekirina Birêveberiya Bajarvaniya Bajarî li Sêmêlê.
- Vekirina pişkên endazyarî, zatî û qanûnî li Qayimqamiya Sêmêlê.
- Zêdekirina pêşîneya birêveberiyên Sêmêlê.
- Vekirina Birêveberiya Bendav û Avrêjan li Sêmêlê.
- Vekirina Birêveberiya Vîternerî li Sêmêlê.
- Vekirina Birêveberiya Veguhastinê li Sêmêlê.
- Çêkirina holeke werzişê ya daxistî û melevangehekê li Sêmêlê.
- Çêkirina sê bingehên nû yên tendirustiyê.
- Çêkirina Bingeha Otîzmê li Sêmêlê.
- Çêkirina sê bingehên civakî li Sêmêlê.