James Sisco: Herêma Kurdistanê hevpemaneke gelek bawerpêkirî ya Amerîkayê ye

James Sisko
James Sisko

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Bicihanînê yê Dezgeha Anodoyê ya Amerîkayê amajeyê dide, “Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn hevpemaneke gelek bawerpêkirî ya Amerîkayê ye”.

Birêveberê Bicihanînê yê Dezgeha Anodoyê ya Amerîkayê James R. Sisco îro (Duşem, 04.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Di çarçoveya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê de, ron bû ku Amerîka Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz dixwaze”.

Birêveberê Bicihanînê yê Dezgeha Anodoyê got, “Ev civîn piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê li dû xwe tînin”.

James R. Sisco amaje jî da, “Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn hevpemaneke gelek bawerpêkirî ya Amerîkayê ye”. Herwesa got, “Herêma Kurdistanê taybet di warê ewlehî û aborî de gelek giring e”.

Navbirî eşkere jî kir, “Rewşa ewlehiyê û paşeroja ewlehiyê li Îraqê dikeve ser Hikûmeta Îraqê, lê di eynî demê de Îraqê pêdivîtî bi mana Amerîkayê û Îranê her duyan heye”.

Birêveberê Bicihanînê yê Dezgeha Anodoyê amaje da wê yekê jî ku, “Pêdivî nake Amerîka ji Îraqê derbikeve ji ber ku rewş li Îraq û Rojhilata Navîn ji bo biryareke bi vî awayî amade nîne”.