Hawdiyanî ji bo K24ê: Em amadekariyan bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin

Mihemed Hawdiyanî
Mihemed Hawdiyanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Dezgeha Peywendiyan a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di derheqa wê demê de ya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatiye destnîşankirin ji K24ê re daxuyaniyan dide.

Berpirsê Dezgeha Peywendiyan a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hawdiyanî îro (Duşem, 04.03.2024) di derheqa wê demê de ya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatiye destnîşankirin ji K24ê re ragehand ku, ew wesa dibînin ku çê nedibû hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hind paş keftiban.

Berpirsê Dezgeha Peywendiyan a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê tekez kir ku, ew her di dema jivanê yekê yê diyarkirî de ji bo tevlîbûna di wê piroseyê de amade bûn.

Mihemed Hawdiyanî amaje jî da ku, ew ji bo xweamadekirinê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi aliyan re li ser xetê ne, taybet bi aliyên opzisyonê re.

Serokatiya Herêma Kurdistanê roja Yekşem, 03.03.2024, di ragehandinekê de eşkere kir, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê îmza kir”.

Li gorî fermana herêmê, Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024, wek roja hilbijartinên giştî yên gera şeşê ya Parlamena Kurdistanê diyar kiriye.

Li gor wê fermanê jî, hemû aliyên peywendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federalî ya li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.