Osman Cihêşî: Neşandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê qebûlkirî nîne

Osman Cihêşî
Osman Cihêşî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê berê yê Weqfa Suniyên Îraqê amajeyê dide, “Neşandina mûçeyên mûçexur û fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federalî ve qebûlkirî nîne”. Herwesa dibêje, “Wernegirtina mûçeyan ji bo dema şeş mehan li ser Îraqê têbîniyeke nerênî ye”.

Serokê berê yê Weqfa Suniyên Îraqê Osman Cihêşî îro (Duşem, 04.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Danûstandin dikarin arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî çare bikin”.

Serokê berê yê Weqfa Suniyên Îraqê amaje jî da, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikare danûstandinan ji bo çarekirina arêşeyên tevaya Îraqê bike”.

Osman Cihêşî behs jî kir, “Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer peywendiyeke baş bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re heye, di wê çarçoveyê de berdewam bizavê dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li hev nêzîk bike”.

Navbirî herwesa got, “Neşandina mûçeyên mûçexur û fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federalî ve qebûlkirî nîne, ev pirs jî dikare di çarçoveya lijneyên taybetmend ên di navbera her du hikûmetan de bi lez bê çarekirin”.

Osman Cihêşî tekez jî kir, “Wernegirtina mûçeyan ji bo dema şeş mehan li ser Îraqê têbîniyeke nerênî ye”.