Li bajarê Çanakkaleyê erd hejiya

Erdhej
Erdhej

Stenbol (K24) - Li bajarê Çanakkaleyê yê Tirkiyeyê erd hejiya û li hejmareke bajarên Tirkiyeyê hest bi wê erdhejê hat kirin.

îro (Duşem, 04.03.2024) li bajarê Çanakkaleyê yê Tirkiyeyê erd hejiya, ku pileya wê erdhejê 4.9 bû.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, li gelek bajarên wekî Stenbolê, Kocaeliyê û Bursayê hest bi wê erdhejê hat kirin.

Herwesa tê zanîn ku, wê erdhejê 22 çirkeyan vekêşa.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragehand, "Welatiyekî, ku di erdheja Çanakkaleyê de ji tirsan de xwe ji şûqeya xwe ya li qata duyê avêtibû xwarê, canê xwe ji dest da".