Şarezayekî dîrokê: Metirsiyên niha li ser qewareya Herêma Kurdistanê hene ji yên her demekê mezintir in

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Di salvegera 33ê ya Serhildana gelê Kurdistanê de û li ser mijara dijatîkirina pêgeha Herêma Kurdistanê ji aliyê hejmareke aliyên tundrê yên Îraqê ve, şarezayekê dîrokê ji K24ê re radigehîne, “Ew metirsiya ku niha li ser qewareya Herêma Kurdistanê heye ji ya her demekê mezintir e”.

Mamostayê Zanîngehê û Şarezayê Dîrokê Ferset Merî îro (Sêşem, 05.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Ew metirsiya ku niha li ser qewareya Herêma Kurdistanê heye ji ya her demekê mezintir e, desthiladarên Bexdayê dixwazin destûrî biguherin û pêgeha Herêma Kurdistanê ji otonomiya serdema rijêma Beis jî biçûktir bikin”.

Wî şarezayê dîrokê herwesa got, “Li Bexdayê kar li ser nehêlana wan destkeftiyan jî tê kirin ên ku di lihevkirina 11ê Adara 1970ê de li ser destê Barzaniyê Nemir hatine bidestxistin”.

Ferset Merî amaje jî da, “Eger Quran piştî Enfalê hatiba xwarê, dê behsa Enfalê kiriba. Soreta Enfalê hingê hat xwarê ku komkujiya Mesîhiyên Necranê hat kirin, lê tawana Necranê bi qasî qirkirina gelê Kurd mezin nebû”.

Navbirî tekez jî kir, “Ew tawanên li ser dema rijêma Beis li dijî gelê Kurd hatine kirin wekî Enfal û kîmyabaranan gelek ji tawanên jenosîdkirina miletekî mezintir bûn, lê ew niyetên xirab ên niha li Bexdayê li dijî Herêma Kurdistanê hene gelek ji wan tawanan mezintir û metirsîdartir in”.

Mamostayê Zanîngehê herwesa got, “Serkirdeyên Îslamî yên Şîeyên Îraqê dema ku li çiyayên Kurdistanê hatibûn hewandin û jiyana wan parastî bû soza hemî mafan dabû serkirdetiya siyasî ya Kurdan, lê niha ku gehiştine desthilatê, li beranberî Herêma Kurdistanê rast nînin û li ser sozên xwe yên serdema xebat û şoreşa dijî rijêma Beis nînin, ew dixwazin eynî siyaseta tepeserkirinê ya Îranê li dijî gelê Kurd bi kar bînin û desthilata tevahiya Îraqê pawan bikin”.

Ferset Merî got, “Merema wan ew e ku hîlala Şîî ji Enxanistanê heta Libnanê û ser Deryaya Naverast dabimezrînin, lê Herêma Kurdistanê di rêya çêbûna wê hîlalê de berbest e, ev jî sedem e ku ew dijatiya Herêmê bikin û mafên destûrî û darayî yên wê ji aliyê Bexdayê ve qut bikin”.