Ji bo navçeyên Diyarbekir û Êlihê hişyariya baranê tê dayîn

Diyarbekir (K24) – Gerînendehiya Herêma 15emîn a Diyarbekirê ya Rêveberiya Kêş û Hewayê, ji bo barîna baraneke bihêz a ku sibê tê payîn; welatî hişyar kirin. Li gorî daxuyaniyê, ev barana bi hêz dê bi piranî li navçeyên Diyarbekir û Êlihê bibare.

Di daxuyaniya Rêveberiya Kêş û Hewayê ya Tirkiyeyê ya Herêma 15emîn a Diyarbekirê de hat ragihandin, roja çarşemê (06.03.2024) ji saetên nîvrojê bi şûn ve dê li navçeyên Diyarbekirê yên Çêrmûg, Şankûş, Erxen, Hezro, Lice, Pîran, Pasûr û Hênê baraneke bihêz bibare. Her wiha hat diyarkirin ku dê li bakurê Êlihê, li navçeyên Qabilcewaz û Hezoyê jî baraneke bi bandor bibare.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê di saetên êvarê de ji ber barîna baranê hewa sar bibe û li cihên ku bilindahiya wan di ser 1200 metiran de ye, tê payîn ku bi baranê re berf jî bibare û pê re jî dibe ku lehî, birûsk û bayê kûr bê dîtin. Ji bo vê jî di çûnehatê de jî hişyarî li welatiyan hat kirin ku bi baldarî tevbigerin.