Li Qamişlo pêşangeheke hunera destên jinan hate vekirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo bi mebesta handana jinên Kurd li ser kar û ta ku bikaribe debara xwe bike, pêşangeheke hunerî ya karên destan hate vekirin.

Li bajarê Qamişlo pêşangeheke hunera karên destan a jinan hat vekirin û di pêşangehê de, kelûpelên destan bi dîzaynên ciwan û tabloyên şêwekariyê hatin pêşandan.

Li gorî jinên beşdar, zehmetiya jiyanê û bihabûna nirxên keresteyan, bandoreke mezin li ser kar û huneran wan kiriye, lê tevî vê yekê jî ew di hewlên xwe de berdewam in.

Piştî kirîza Sûriyê û rewşa dijwar a jiyanê bi sedema rewşa aborî, jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê karî xwe ji gelek fişarên civakî rizgar bikin û di gelek waran de kar bikin, da ku bibin xwedî roleke bihêz di civakê de û sûdê bigihînin ji nifşên nû re.