Helkewtê Lale Enwer: Spanya di warê çandinê de giringiyê dide axa Herêma Kurdistanê

Helkewtê Lale Enwer
Helkewtê Lale Enwer

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî berê yê Perlemana Kurdistanê radigehîne, “Odeya Bazirganî ya Spanyayê ji aliyê çandinê ve giringiyê dide axa Herêma Kurdistanê”.

Endamê berê yê Perlemana Kurdistanê di Lijneya Çandinê de Helkewtê Lale Enwer îro (Çarşem, 06.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Odeya Bazirganî ya Spanyayê bi hevahengî bi Odeya Bazirganî ya Herêma Kurdistanê re li parêzgeha Silêmaniyê danûstandin li ser hindek berheman dike, ji bo ku bizanin çi tiştek baş e ku ji aliyê çandinê ve ji Herêma Kurdistanê re bê kirin”.

Helkewtê Lale Enwer got, “Tev odeyên bazirganî li seranserî cîhanê pêgehên xwe ji bo tev waran hene, Odeya Bazirganî ya Spanyayê jî wesa diyar e ku axa bibereket a Herêma kurdistanê giring dîtiye, lewma bizavê dike ku her tiştekî girêdayî çandinê ji bo Herêma Kurdistanê bike û serkeftî be”.

Navbirî amaje jî da, “Em hêvîdar in Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bikare arîkariya cotyaran bike û ew pêdivîtiyên ku hene jê re dabîn bike, ji bo ku kertê çandinê zêdetir pêş bikeve”.