Li Hewlêrê hejmareke zêde ya derzî û dermanên leşciwaniyê tên bindestkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Asayîşa Hewlêrê li firoşgeheke pirotînên leşciwaniyê ya Hewlêrê hejmareke zêde ya derzî û dermanên qaçax blindest dike.

Asayîşa Hewlêrê îro (Çarşem, 06.03.2024) li firoşgeheke pirotînên leşciwaniyê ya Hewlêrê hejmareke zêde ya derzî û dermanên qaçax blindest kir.

Berpirsê Çavdêriya Dermanan Mihemed Reşîd ji K24ê re ragehand, “Derziyên hormonên mezinkirinê ku kompanî bi awayekî fermî hawirdeyî Herêma Kurdistanê dikin, piştî ku hilsengandin û şiroveyên ezmûngehî jê re tên kirin, Wezareta Tendirustiyê înc stîkerên xwe lê dide”.

Berpirsê Çavdêriya Dermanan herwesa got, “Hindek yarîzanên leşciwaniyê wan hormonan ji bo mezinkirina zevlekan bi kar tînin, lewma cihên firotina pirotînan bi awayekî qaçax wan hawirdeyî Herêma Kurdistanê dikin û difiroşin. Ew derzî madeyekî metirsîdar e, divê bi raçêtên pizişkên şareza bê bikaranîn, ku piştî hejmareke pişkinînan pizişk wan derziyan ji bo nexweşan dadinin”.

Mihemed Reşîd amaje jî da, “Wê firoşgehê ew derzî û derman bi awayekî qaçax hawirde kirine, lewma çi madeyekî çalak di wan derziyan de nîne, an jî ji welatên derve bi qaçaxî anîne, lewma wesa kiriye ku hejmareke yarîzanên leşciwaniyê tûşî zirarên mezin bibin”.

Navbirî her dîsa got, “Eger em serdana kilînîkên pizişkên gurçikan bikin, em dê bibînin ku piraniya serdankerên wan yarîzanên leşciwaniyê ne”.

Berpirsê Çavdêriya Dermanan tekez jî kir, “Li wê firoşgehê zêdetirî 16 cûnên derzî û demarên cuda cuda hatine bindestkirin, ku 350 derzî û 500 paketên dermanên cuda cuda ne, herwesa çi yek ji wan destûriya Wezareta Tendirustî jî nîne û bi awayekî qaçax hatine hawirdekirin”.