Serok Barzanî pêşwaziya Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Îraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Şanda Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Îraqê dike û bi hev re danûstandinan li ser çend mijaran dikin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 06.03.2024) li Pîrmamê bi Şanda Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Îraqê bi serokatiya Xalid Samerayî re civiya.
Di wê civînê de, şanda mêvan pesna ezmûna Herêma Kurdistanê di warê karûbarên pêşxistina parêzgehan û pêkanîna îdareyên serbixwe yên Zaxo û Soranê û Raperînê kir, herwesa hêvî kir ku ew ezmûn ji bo cihên din ên Îraqê jî bê veguhastin.
Guhertina dîtin û nerînan li ser rewşa siyasî ya Îraqê jî tewerekî din ê wê rûniştinê bû.