Şandeke Akademiya Diplomatîk a Viyenayê serdana dezgeha Kurdistan24ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Akademiya Diplomatîk a Viyenayê serdana dezgeha Kurdistan24ê dike. Endamekî wê şandê dibêje, “Ez her roj serdana malpera Kurdistan24ê dikim, nûçeyên wê gelek erênî ne. Me pêdivî dît ku em serdana wê bikin”.

Hejmareke mamosta û xwendekarên Akademiya Diplomatîk a Viyenayê îro (Çarşem, 06.03.2024) serdana dezgeha Kurdistan24ê ya lêkolîn û ragehandinê kir û ji aliyê birêveberê giştî yê wê dezgehê ve pêwazî lê hat kirin.

Li destpêkê Birêveberê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî ji bo wê şandê behsa pilan û karên rojane yên karmend û pişkên cuda cuda yên Kurdistan24ê kir. Herwesa Zawîteyî ji bo mêvanan amaje da qonaxên pêşkeftina rojnamevaniya Kurdî û got, “Piştî Serhildana 1991ê li Herêma Kurdistanê û çêbûna qewareya siyasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rojnamevanî bi awayekî giştî medya, çap û belavkirina Kurdî ber bi qonaxeke nû û şaristanîtir çû û çend qonax birîne”.

Paşî wê şandê serdana odeya nûçeyan û pişkên cuda cuda yên dezgeha Kurdistan24ê kir û ji nêzîk ve bi rojnamevanên Kurdistan24ê re danûstandin kirin.

Pirofesorê Dîrokê yê Akademiya Viyenayê Tomas Roe di daxuyaniyekê de ragehand, “Em her sal bi hejmareke xwendekarên vê akademiyê re serdana Herêma kurdistanê dikin. Em di serdanên xwe de berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê dibînin. Herwesa em serdana şûnwarên dîrokî jî dikin”.

Wî pirofesorê dîrokê ku serperiştiya wê şandê dikir amaje da, “Me pêdivî dît ku di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê de serdana dezgeha Kurdistan24ê jî bikin. Nûçeyên Kurdistan24ê gelek balkêş in û ez xwandevayekî berdewam ê Kurdistan24ê me. Ez her roj serdana malpera Kurdistan24ê dikim û nûçeyên wê gelek erênî ne.

Tomas Roe di pareke din a gotinên xwe de got, “Me Herêma Kurdistanê ji bo serdana xwe hilbijart, ji ber ku ew wekî derazînkekê ye ji bo fehimadina deverê bi awayekî giştî û li Herêma Kurdistanê azadî tê dîtin, taybet ji aliyê azadiya olî ve”.