Eşwaq Caf: Hin alî naxwazin kêşeyên di navbera hikûmetên Iraq û Herêmê de bên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf dibêje, Parlamentoya Iraqê hewl daye yasaya Encûmena Federal lawaz bike û hinek alî jî dixwazin vê yasayê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.

Eşwaq Caf ji K24ê re ragihand, yasaya avakirina Encûmena Federal a ku di xala 65’an a destûra Iraqê de hatiye, di Parlamentoya Iraqê de nehatiye pesendkirin ku nûneratiya parêzgehan û herêman tê de dibû.

Endama Komîteya Navendî ya PDK’ê got jî, endamên Kurd tekezî li ser wê yekê kirine ku divê ev encumen xwedî desthilata vetoyê be li ser yasayên ku destûrê binpê dikin. Lê di parlementoyê de hinek alî hene nexwestin ev yek were pesendkirin û hewl dan ku wê lawaz bikin.

Eşwaq Caf her wiha got jî, li kolanên Iraqê kar bo lawazkirina parlamentoyê tê kirin û dezgeha dadwerî jî desthilata parlamentoyê nehêştiye.

Eşwaq Caf di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hinek ji aliyên sereke yên hikûmeta Iraqê naxwazin hikûmet biser bikeve, herwiha naxwazin pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bên çareserkirin.”

Endama Komîteya Navendî ya PDK’ê got, biryara Dadgeha Federalî ya li ser kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê, derbeyek li çanda pêkvejiyanê ye.