Bo cara yekem êrîşên Hûsiyan li ser keştiyên bazirganiyê dibin sedema kuştin û birîndarkirinê
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Hûsiyan bi mûşekên balîstîk keştiyek li Kendava Adenê kirin armanc û hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.
CENTCOMê îro 7ê Adarê got, terorîstên Hûsî yên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, mûşekeke balistîkî ya dijî keştiyan (ASBM) avêtin keştiya barhilgir ya Lîberya M/V True Confidence li Kendava Adenê.
CENTCOMê diyar kir jî, di encama êrîşê de sê deryavan hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne, lê rewşa sê ji wan giran e.
CENTCOMê amaje bi wê jî kir, “Gemiyên şer ên Hevpeymanan bersiva êrîşê dan û ew rewşê dinirxînin.”
Diyar kir jî: “Ev pêncemîn ASBM e ku di du rojên borî de ji hêla Hûsiyan ve hatî avêtin û ziyanê digihîne du keştiyan.”
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê got, êrîşên Hûsiyan bazirganiya cîhanî ya li herêmê asteng kiriye.