Real Madrid bi zehmetî Leipzigê derbas dike û digihe çarîk-fînalê

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd a Spanî şeva borî tîma Leipzig a Almanî derbas kir û gihîşt qonaxa Çarîk-fînala Champions League ya Ewropayê.

Real Madrîd di çarçoveya gera hatinê ya qonaxa (16) a Champions League de, şeva borî mêvandariya Leipzig kir û bi encama (1 - 1) wekhev bûn.

Vinicius Junior gola Real Madrîdê di xuleka (65) de û Willy Orban di xuleka (68) de gola Leipzigê tomar kirin.

Ji ber ku di gera çûnê de li ser meydana Leipzig bi (1 - 0) biser ketibû, derbasî qonaxa Çarîk-fînalê bû.

Di lîstikên din ên vê gerê de, Manchester City bi encama (3 - 1) bi ser Kopenhagê ket û li gorî encama lîstikên gera çûn û hatinê de, Manchester City jî derbasî qonaxa Çarîk-fînalê bû.

Roja sêşemê jî, PSG li ser hesabê Real Sociedad û Bayern Munich jî li ser hesabê Lazio derbasî qonaxa Çarîk-fînalê bûn.

Hefteya bê jî di lîstikên heman gera hatinê de: Atletico Madrid û Inter, Borussia Dortmund û Eindhoven, Arsenal û Porto, Barcelona û Napolî rûbirûyî hevdu dibin.