Arî Hersîn: Sedema komployê dadgeha federal nebûna yekrêziyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê Çarem ê PDKê li Silêmaniyê dibêje, sedema komploya dadgeha nedestûrî ya Bexdayê li Herêma Kurdistanê, ji ber nebûna yekrêziyê ye.

Berpirsê Liqê Çarem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê Arî Hersîn ji K24ê re ragihand, “Di destpêkê de 33 saliya serhildana gelê Silêmaniyê pîroz dikim.

Arî Hersîn got, sedema komploya dadgeha federal a ne destûrî ya Bexdayê li Herêma Kurdistanê, ji ber nebûna yekrêziyê ye, ji ber wê jî dibe ku hin aliyên Herêma Kurdistanê ji biryara Dadgeha Federalî kêfxweş bin.

Herwiha got: “Eger dijberekî Kurd li dijî wî komployan pêk bîne, dê ne bi qasî ku partiyeke siyasî ya Kurd li Herêma Kurdistanê bi komploya derve dilxweş bibe, ne biêş be.”

Dadgeha Federalî li roja Çarşemê, 22.02.2024, di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya YNKyê da, li dû wê biryarê jî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.