Swêd bi fermî dibe endama 32emîn a NATOyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Swêd piştî danûstandinên du salan, îro Pêncşemê 7ê Adara 2024an bi fermî dê bibe endama 32emîn a NATOyê.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îro serdana Washingtonê dike û tê plankirin ku Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken bi fermî belgeyên erêkirinê yên ku di encama hewlên dijwar û piştî danûstandinên dirêj ligel hejmarek endamên NATOyê de temam bûne, werbigire.

Biryar e jî roja Duşema bê, ala Swêdê li ber baregeha NATOyê ya li Brukselê bê bilindkirin.

Ev yek di demekê de ye, hefteya borî, Rûsyayê soz dabû ku ew ê li dijî endamtiya Swêdê “tedbîrên dijber” bigire, ku dê bi “şert û asta entegrasyona Swêdê ya NATOyê ve girêdayî be.”

Endambûna Swêdê piştî endambûna Fînlandiyayê ya par, tê wê wateyê ku ji bilî Rûsyayê hemû welatên li ser Deryaya Baltîkê ne, niha endamên NATOyê ne.

Her çend e Swêd û Fînlanda ji ber girêdana xwe ya bi Yekîtiya Ewropayê re, ji aliyê leşkerî ve nêzî Amerîkayê ne jî, wan di dîrokê de xwe ji hevalbendiya leşkerî ya ku di dema Şerê Sar de li dijî Yekîtiya Sovyetê hatibû damezrandin, dûr xistibûn.