Bi wêne; şer li Xezzeyê berdewam e û rojane xelk aware dibe

Wêne: AFP
Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev zêdetirî pênc mehan e ku şerê Xezzeyê berdewam e. heta niha zêdetirî 30 hezar û 800 kesan li Xezzeyê ji ber êrîşên balafirên şerî yên Israîlê hatine kuştin û zêdetirî 75 hezar kesên din jî birîndar bûne, ku piraniya wan jin û zarok in.

Ji destpêka wî şerî heta niha, zêdetirî milyon welatiyên Xezzeyê ji ber êrîşên Israîlê û şerê navbera atêşa wî welatî û çekdarên Hemasê mal û halên xwe hêlane û aware bûne. Li destpêkê piraniya wan li ser daxwaza Israîlê çûn başûrê Xezzeyê, lê niha daxwaz ji wan tê kirin ku ji wê derê jî bar bikin.

Amerîka, Misir û Qeterê pêşniyarek ji bo ragehandina agirbestekê ji bo dema şeş heftiyan daye Hemasê, lê heta niha lihevkirin ji bo vê meremê nehatiye kirin. Lihevnekirina Israîl û Hemasê ji bo xelkê Xezzeyê bûye sedema berdewamiya malwêraniyan. Rewşa mirovî li Xezzeyê roj bi roj xirabtir dibe, birsê bi ser xelkî de girtiye. Rewş gehiştiye wê yekê ku bi rêya balafiran xwarinên amade ji bo xelkî ji asmanî berdin xwarê.