Rêber Ehmed û Claudio Cordone danûstandinan li ser rewşa Şingalê dikin

Rêber Ehmed û Claudio Cordone
Rêber Ehmed û Claudio Cordone

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkariyên Hilbijartinan dicivin û danûstandin li ser rewşa Şingalê û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Pêncşem, 07.03.2024) pêşwaziya Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkariyên Hilbijartinan Claudio Cordone kir.

Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkariyên Hilbijartinan Claudio Cordone her îro (Pêncşem, 07.03.2024) li ser tora civakî ya Xê ragehand, “Me bi Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re danûstandin li ser rewşa Şingalê û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kirin”.

Claudio Cordone herwesa amaje daye, “Neteweyên Yekgirtî ji bo hemî piştevanî û alîkariyan ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye”.