Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê weberhêneran dide kertê çandinê

Navenda Nûçeyan (K24) - Kertê çandinê yek ji wan kertan e yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze weberhêneran ber bi wê ve araste bike, ev jî pêxemetî rêkxistina kertê weberhênanê û zêdetir giringîdana bi kertên din. Ji bilî ku ew biryar dê bibe sedema pêşkeftinê di kertên dî yên wekî pîşesazî û çandin û geştyariyê de, herwesa dê kertê akincîbûnê jî rêk bixe û dê bandorê li bazarê avahiyan jî bike.

Hikûmet kertê akincîbûnê rêk dixe, êdî destûriyên nû yên weberhênanê nade pirojeyên kertê akincîbûnê. Ew pirojeyên niha kar li ser tê kirin dê berdewam bin heta temam dibin, arasteya pirojeyên weberhênanê ji niha û pê de dê ber bi wan cihan ve be yên ku kêmtir pêşkeftine û kêmtir piroje lê hatine bicihanîn.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ji K24ê re ragehand, “Sedema serekî ya rawestandina akincîbûnê li Herêma Kurdistanê zêdebûna pirojeyên akincîbûnê di demên borî de ye, herwesa merema Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku li paşerojê rêkxistineke baştir ji bo pirojeyên akincîbûnê bike”.

Di sala 2023ê de, 154 pirojeyan li Herêma Kurdistanê destûriya weberhênanê wergirtiye, ku sermayeya wan çar milyar û 300 milyon dolar e, ev jî ji bo rêkxistina kertê akincîbûnê li Herêma Kurdistanê ye.

Şarezayê warê bazarê avahiyan Hoşmend Nazim ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Bi awayekî tevahî ji destpêka sala 2024ê ve kirîn û firotin di bazarê avahiyan de lêwaz bûye, lê ev biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina destûriyan ji bo pirojeyên akincîbûnê di dema xwe de bû, bandora wê dê di demeke nêzîk de diyar bibe”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryara rawestandina destûriyên pirojeyên kertê akincîbûnê dixwaze weberhêner li şûna pirojeyên akincîbûnê feydey ji axa bibereket a Herêma Kurdistanê werbigirin û li paşerojê zêdetir weberhênanê di kertên çandin û pîşesazî û geştyariyê de bikin.